Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 500 mamostayî bo baykotkirina hilbijartinê peyamek belav kirin

12:28 - 22 Hezîran 2024

Hejmarek ji mamostayên Îranê beşdarîkirin li şanoya hilbijartin a serkomariya rêjîmê li Îranê baykot kirin

Girûpeke 520 kesî ya mamostayên Îranê bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar ragihandin”: “Em li hilbijartina serkomariyê de beşdariyê nakin û em beşdarîkirin li hilbijartinê de bê encam li çareserkirina pirsgirêkan dizanin û ji hemûyan zêdetir vê dengdanê bo rewatîdan bi tepeserkirina zêdetir a mafxwazan û neraziyan dizanin.

Hilbijartin li Îranê bi bêka ti yasayeke demokrasiyê û heta hilbijartineke azad de bi rê ve naçe, berpirsên rêjîmê piştî ku li şanoyeke hilbijartinê de tînin ser kar, bi tenê birêveberê ferman û gotinên Elî Xamineyî yê rêberê rêjîma Îranê ne û rêjîma Îranê bo rewatîdan bi vê cure desthilata xwe ya dîktatoriyê, hewcehî bi beşdariya xelkê li hilbijartinan de heye ku heta niha tevî hemû çewtekariyan û pîlanan bi xwe îtiraf kiriye ku piraniya herî zêde ye xelkê Îranê li hilbijartian de beşdariyê nakin.

Li hilbijartinên berê de jî rêjeya dengdan li hinek bajarn li navbera 5 heta %10 bûye lê rêjîm bo rewatîdan bi hemû ciyetên xwe li navxwe û civaka cîhanî de, hewcehî bi amadebûna heşîmeteke zêde li ser sendûqên dengdanê heye ku bikare xwe bi nûnerê xelkê bide nasandin û rewatî bi kiryarên xwe yên hovane û dije mirovahiyê bide.