Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

kompaniyên berhemanîna maşînan li Îranê rastî xisarên giran hatine

11:57 - 24 Hezîran 2024

Xisarên kombûyî yên kompaniyên bingehîn ên berhemanîna maşînan li bi sedema enflasiyon li Îranê û talankirina dahata wan kompaniyan ji aliyê navendên rêjîmê, ji hezaran milyard tumenî derbas bûye.

Navenda zanyariya giştî ya kompaniyan a rêjîma Îranê belav kiriye ku ji 14 heyvan berî niha ve 3 kompaniyên bingehîn ên berhemanîna maşînan li Îranê li bazara bûrs û belgeyên binirx de zêdetirîn xisar bi wan kevtiye lê ti amareki ji vergirtina dirafê ji wan kompaniyan wek beşa beyta rehberî an beşên din ên rêjîmê nekiriye

Pêka rapora Xeber anlayn a rêjîma Îranê kompaniyên “Îran xodro, Saypa û Pars xodro” li sala 1402 a rojî de zêdetir ji 62 hezar milyard Tumen xisar pêketine û gelempera xisarên pêketî bi wan 3 kompaniyan  heta niha ji 245 hezar milyard Tumenî derbas bûye.

Bi sedema bilindbûna nirxa alavan, zêdexwaziyên rêjîmê li bacwergirtin ji kompaniyên berhemanîna maşînan, dana beşek ji dahata wan kompaniyan wek  beşa beyta rehberî, beşa spaha pasdaran , beşa navendên ewlehî û çendîn cure talankariyên din, kompaniyên berhemanîna maşînan li Îranê tûşî xisar û zirarên giran kirine.

Nebûna standardên hewce yên maşînên Îranê bûye sedem ku maşînên Îranê li derveyî Îranê ti bikireki nebe lewma bi nirxeke gelek kêm têne firotin, lê li navxweyê Îranê de bi nirxeke gelek bilindtir bi xelkê têne firortin ku piraniya herî zêde ya bikirên maşînên berhemhatî li Îranê li xwe digere.

Tevî ku rêjîma Îranê hewlê dide tevahiya xisarên pêketî bi wan kompaniyan bi bilindbûna enfasiyonê re girê bide, lê bili enflasiyon, rêjîm bi vergirtina diraf, bi awayê rasterast li firotina wan maşînan, beşeke girîng a dahata wan kompaniyan talan dike û ew tûşî xisarên giran kirine.