Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aloziyên li navbera Îsraîl û Hizbullahê zêde dibin

12:01 - 25 Hezîran 2024

Li halekê ku Hizbullaha Lubnanê gefan li Îsraîlê dixwe, Artêşa Îsraîl binke, navend û enbarên cebilxaneya Hizbullahê li başûrê Lubnanê kirine armanca bomb û mûşekan.

Balafirên Artêşa Îsraîl li demjimêrên sibêdeha roja Duşemî 4ê Pûşperê de çendîn caran, binke, navend û enbarên cebilxaneya Hizbullahê li devera “Eyterûn, Kefer Kîla û Elxeyam”ê li başûrê Lubnanê de kirine armanca bomb û mûşekan û teqandine û ji aliyê din ve “Hesen Nesrullah” ê Hizbulahê ku ser bi rêjîma Îranê ye, bi belavkirina girte vîdyoyekê gef li Îsraîlê xwariye.

Li halekê de ku rêjîma Îranê cebilxane, diraf û zanyariyan bo Hizbullha Lubnanê dişîne, piraniya wan cebilxaneyan ji aliyê artêşa Îsraîl ve têne teqandin.

Pêka dawî rapora rojnameya “Telegraph” a Birîtaniyayê, Hizbullaha Lubnanê, cebilxaneya ku rêjîma Îranê bo wan dişîne li balafirxanerya Beyrûtê de paşkevt dike û piştre bo cihên din vediguhaze.

Herwisa vê rojnameya Birîtaniyayê bi belgeyan daye zanîn ku rêjîma Îranê bi rêya balafirên rêvîngî, hemû cure cebilxaneyekê bo balafirxaneya Beyrûtê vediguhaze û ew balafirxane ji aliyê Hizbullahê ve wek enbara cebilxaneyan tê bikaranîn.

Pêka vê raporê, piştî 7ê “October”ê qasa veguhastina cebilxaneyan ji aliyê rêjîma Îranê bi rêya balafirên rêvîngî bo balafirxaneya Beyrûtê, gelek zêde bûne.