Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn kombûnên nerizayetî li Kurdistan û Îranê bi rê ve çon

12:04 - 25 Hezîran 2024

Hejmarek ji malnişînkiriyan û kedkaran, hejamrek ji xisarpêketiyên malî û hejmarek ji werzîgaran li Rojhilatê Kurdiostan û Îranê de çendîn kombûnên nerizayetiyê bi rê ve birin.

Roja Dûşemî, 4ê Pûşperê, li Rojhilatê Kurdistanê de li bajarên “Sine û Merîwan”ê de malnişînkiyên Îdareya Muxabiratê li ber deryê bînaya Muxabirat li wan bajarn de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û li dijî rewşa heyî dirûşm dan û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe yên wek, “birêveçona tevav a ayînnameya personelî û karpêdan, a sala 1389, dana hiqûqên paremayî yên 6 heyvên derbasbûyî, vekhevkirina hiqûq û dana xercên dermanî û bîmeya tevavker” kirin.

Herwisa li bajarên Tewrêz û Benderebasê de jî malnişînkiriyên îdareya Muxabiratê li rûberûyê bînaya vê Îdareyê li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaziyên hevaheng digel hevkarên xwe yên li Rojhiloatê Kurdistanê Kirin.

Herwisa li bajarê Rûdbarê de li parêzgeha Gîlanê, dehan kes ji kedkarên girbestkar ên îdareya Av û Avero ya bajarê Rûdbarê bi sedema vernegirtina heqdesta xwe ya 7 heyvan kombûna nerizayetiyê lidar xistin û ragihandin ku bi sedema hejariyê li rewşeke herî dijwar de dijîn.

Herwisa li bajarê Qezwênê de ji hejmarek ji mal ji destdayiyên kompaniya “Rizayet Xodroya Terawet Novîn” li derheq pêrenegihîştina berpirsan bi daxwaziyên wan li rûberûyê bînaya Parêzgariya Qezwênê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa werzêr û xwediyên traktoran li bajarê Mînabê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û kedkarên projeya neft û gaz a başûr, şeşemîn roja kombûna nerizayetiya xwe berdewam kirin.

Herwisa xelkê gundê “Ermek”ê ser bi bajarê Kaşanê li ber deriyê fermandariya wî bajarî kombûna nerizayetiyê lidar xistin û nerizayetiya xwe li hember pêrenegîhştina berpirsan û kêmiya beşa ard a wî gundî dane xuya.