Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Kanadayê îznê nade ku hilbijartina serkomariya rêjîma Îranê li wî welatî de bi rê ve here

12:06 - 25 Hezîran 2024

Şanoya hilbijartina serkomarê rêjîma Îranê ku li roja Înê 8ê Pûşperê dê bi rê ve here, li welatê Kanadayê de bi rê ve naçe û dewleta Kanadayê derfeta vê yekê nade rêjîma Îranê.

Berdevkê stada helijartina rêjîma Îranê “Muhsim Îslamî” daye zanîn ku dewleta Kanadayê îznê nade ku hilbijartina serkomarî ya Îranê li wî welatî de bi rê ve here, ew yeka li halekê de ye ku Kanadayê spaha pasfdaran a trorîst wek rêkxistinekî terorîst naskir û vê yekê rêjîma Îranê xistiye jêr givaşan.

Wî berpirsê rêjîmê gotiye ku wezareta derve, berpirsê birêveçona hilbijartinê li derveyî Îranê ye.

Şanoya hilbijartina serkomarî ya rêjîma Îranê pêka biryara rêjîma Îranê dê roja Înê 8ê Pûşperê bi rê ve here û heta niha ji aliyê piraniya aliyên siyasî û bi taybet piraniya xelkê Îranê û bi taybet tev xelkê Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye baykotkirin û rêjîma Îranê hewlê dide bi şanoyên têlêvizyonî xelkê bo ser sindûqên dengdanê rakêşe û rewatiyê bo xwe bidest bîne.