Cîwanekî xelkê bajarê Xuremabadê li parêzgeha Lurdistanê ji aliyê hêzên îtilaata spaha pasdaran a terorîst a rêjîma Îranê ve hate binçavkirin û bo ciheke nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora “Hengaw”ê roja Şemî 12ê Cozerdanê, welatiyekî xelkê bajarîê Xuremabadê yê bi navê “Mesûd Dalwend” ê temen 35 salî ku bavê 4 zarokan e, ji aliyê hêzên îtilaata spaha pasdaran a terorîast ve hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.
“Mesûd Dalwend” li dema ku li dukana xwe ya meywefirotinê de mijûlê kar bûye, ji aliyê wan terorîstên rêjîmê ve hatiye binçavkirin.
Hemû hewlên malbata “Mesûd” bo agehdarbûn ji qedera wî, bê encam mane.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li deheq sedema binçavkirin, cihê ragirtin û tohmetên sepandî bi ser “Masûd Dalwend”, li ber dest nîne.