Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistan û Îranê biryara xwe dane ku beşdariyê li hilbijartina rêjîmê de nakin

12:08 - 25 Hezîran 2024

Di demekê de ku rêjîm bi hemî şiyan û pirûpagenda xwe cehdê dike ku belkî bikare hinek sefên ser sindûqan pêk bîne û xelk li maşaniyêya wê de beşdariyê bikin, li henber de jî piraniya xelkê Kurdistan û Îranê ev hilbijartina rêjîmê baykot kirine û tê de beşdar nabin.

Li piraniya bajarên Îran û Kurdistanê jibilî hinek kirêgirtî û morên rêjîmê kes pêşwaziyê ji pirûpagende û sitadên kandîdan de beşdar nabe, heçî postêr û wêneyên teblîxiyey kandîdên rêjîmê ji aliyê xelkê azadîxwaz ve têne dirandin û şevitandin.

Gorî wan vîdeo û wêneyên ku belav dibin, xelkê Rojhilatê Kurdistanê li her derî postêrên teblîxiye rêjîmê bo beşdarî li hilbijartinê dişevitînin û didirînin.

Li bajarê Seqiz, Sine, Kirmaşan, Urmiye, Bokan, Pîranşehr û gelek cihên din postêrên berbijêran têne ji navbirin.

Rêjîma dîktatore komara îslamî di demekê de dixwaze wê maşkanê yê bi rê ve bibe ku hêşta xwîna sedan Keç û Kurên Kurdistan û Îran û Belûçistanê li ser şeqaman hişik nebûye.

Bi hezaran xortên şorişvan li reş çalên rêjîmê de di bin îşkence û destdrêjiyê da ne.

Xelk mihtacê nanê şevê ye, bêkarî, birsitî, bihatî, û dehan roj reşiyên dinê beroka xelkê girtine.

Rojane bi hêceta hicaba bi zorê, sivkatî bi keç û jinên welat tête kirin.

Lewra xelkê Îranê û bi taybetî xelkê şorişvane Kurdistanê li ser daxwaza Hizba Dêmokrat û part û aliyên dinê ye siyasî pêşvaziyekî bê mînak ji baykota hilbijartina rêjîmê kirine û naçne ser sindûqên dengdanê.