
Bi sedemeke nexuya hêzên întizamî yên rêjîma Îranê li parêzgeha Luristanê de êrîş kirine ser malbatekê ku li encam de keçeke temen 18 salî ya vê malbatê kirine armanca gulleyan û kuştin.
Pêka rapora Şêwreya Hevahengî ya Sendîkaya Mamostayên Îranê, 3 roj berî niha, keçeke temen 18 salî ya bi navê “Raziye Rehmanî” keça “Şukurriza Rehmanî” ya xelkê gundê “Guwêje”yê ser bi devera “Kakawend” a bajrê “Nûrabad”ê ser bi parêzgeha Luristanê, ji aliyê hêzên hov û dije mirov ên întizamî yên rêjîma Îranê ve hatiye kuştin.
Pêka vê raporê hêzên întizamî yên rêjîma Îranê êrîş kirine ser mala vê keçê û li nav mala vê de teqe li serê vê keçê kirin.
Heta niha sedema êrîşkirina wan hêzên hov ên rêjîma Îranê bo ser vê malbatê û sedema teqeya wan hêzan bi serê vê keça temen 18 salî nehatiye zanîn.