Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Troîkaya Ewropa: “Em dê mikanîzma maşê çalak bikin”

02:37 - 26 Hezîran 2024

Sê welatên Ewropayê “Alman, Birîtaniya û Firansê” piştî civîna Şêwreya Ewlehî, daxwaza ji rêjîma Îslamiya Îranê kirin ku sozên xwe yên bercamê bi rê ve bibe, neku dê mikanîzma maşê çalak bikin.

Roja Duşemî 4ê Pûşperê, Troîkaya Ewropa anku “Alman, Birîtaniya û Feranse” piştî civîna Şêwreya Ewlehî li derheq biryarnameya 2231, daxwaza sekinandina aloziyên navkî û zivirîna rêjîma Îslamiya Îranê bo sozên vê rêjîmê li Bercamê kirin.

Li beşeke daxuyaniya Troîkaya Ewropayê de heatiye, “pêka sozên rêjîma Îranê li Bercamê, nabe ti alaveke santrîfiyûj li binkeyên navkî de bê danîn an bê bikarxistin û wan binkeyan bo meyandina zêdetir bi kar bîne û dubare daxwaz ji rêjîma Îranê tê kirin ku aloziyan bisekinîne û sozên xwe yên li Bercamê cî bi cî bike”.

Nûnera Birîtaniya li saziya Netewên Yekgirtî “Barbara Vûdvard” li vê civînê de nigeraniya xwe ji berfirehtirbûna çalakiyên navkî yên rêjîma Îranê da xuya û bi nûneratî ji Troîkaya Ewropayê bi micidî ragihand: “Em heta niha pêbendê Bercamê bûne û Îran jî divê vê pêbendiya xwe bide nîşandan, em dê hemû rêkarên siyasî bo çareserkirinê berdewam bikin lê dema ku hewce bizanîn, dê mikanîzma maşê(zivirandina hemû dorpêçên ragirtî bi ser rêjîma Îranê), berî heyva Oktobra sala 2025, çalak bikin”.

Troîkaya Ewropayê berê jî ragihandibû ku Bercam ji aliyê rêjîma Îranê ve bi rê ve naçe û bernameya vê rêjîmê gihîştiye asteke metirsîdar û cihê huşdarîdanê ye.