Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê toreke sipîkirina diraf û wezareta berevanî ya rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan zêde kir

10:34 - 26 Hezîran 2024

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, toreke sipîkirina diraf bo spaha pasdaran a terorîst û herwisa wezareta berevanî ya rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan zêde kir ku nêzî 50 kes û navendan li xwe digre.

Wezareta Xezênedariya Amerîkayê roja Sêşemî 5ê Pûşperê, bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanînin ku nêzî 50 navend û kesên ku bo veguhastina bi milyardan Dolar bo berjewendiya hêzên çekdar ên rêjîma Îslamiya Îranê de bi tawanbar zaniye, li lîstê dorpêçan zêde kirin.

Herwisa li vê daxuyaniyê de hatiye, kesên ku li lîstê dorpêçan hatine zêdekirine, toreke bankî li sîberê de ne ku wezareta Berervanî û piştevaniya hêzên çekdar ên rêjîma Îranê û herwisa spaha pasdaran ji vê torê mifah verdigirtin.

Wezareta Xezênedariya Amerîkayê ragihand ku vê torê, alîkarî daye werzareta berevanî ya rêjîma Îranê û spaha pasdaran a terorîst, ku ji sala 2020 ve li sîstema malî ya navnetwî de derz bike û vê bazarê bi kar bîne û bi milyardan Dolar veguhaze.

Pêka rapora “Reuters”ê Ew tore dehan kompaniyên perdepoşkirî li “Tirkiyê, Îmarat, Hong Kong, dorgeyên Marşal û Îran”ê li xwe digre.