Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê û Hûsiyan, Yemen kirine bazara azad a madên hişber

11:06 - 26 Hezîran 2024

Rêjîma Îranê û Hûsiyên Yemenê, bi eşkere û bi hevkariya hev, Yemen kirine cihê kirîn û firotina madên hişber û li jêr desthilata Hûsiyan de ew ticareta bi eşkere tê kirin.

Amerîkayê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku Hûsiyên Yemenê bi alîkariya rêjîma Îranê, bi rêya qaçax û belavkirina madên hişber, beşek ji xercên xwe yên leşkerî yên êrîşên mûşekî bo ser gemiyên ticarî li deryaya Sor de dabîn dike û bi vê yekê jî nearamî li Yemen û Rojhilata Navîn de zêde dike.

Pêka rapora dewleta Amerîkayê, ticareta madên hişber ji aliyê Hûsiyên Yemenê, beşek ji tora berfireh a berhemanîn û belavkirina madên hişber ji aliyê rêjîma Îranê li Sûriye û Rojhilata Navîn de ye.

Li vê raporê de bi rohnî bas ji qemiyên ticareta madên hişber dike ku li heyva “January” ya sala derbasbûyî de dest bi ser madên hişber de hate girtinê, çek û cebilxaneya rêjîma Îranê bo Hûsiyên Yemenê jî li wan gemiyan de hatine peydakirin û vê yekê pêwendiya rasterast a ticareta madên hişber û çek û cebilxane ji aliyê rêjîma Îranê bo Yemenê, da selimandin.