Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir ji 19 hezar kedkarên projeyan û girêbestkar kombûna nerizayetiyê lidar xistin

12:05 - 26 Hezîran 2024

Zêdetir ji 19 hezar kedkar ên zêdetir ji 87 kompaniyên neft û gazê, kombûna nerizayetiya xwe li roja Sêşemî 5ê Pûşperê berdewam kirin.

Kedkarên projeyî û herwisa yên girêbestkarî yên zêdetir ji 87 kompaniyên neft û gazê li Başûrê Îranê ku hejmara wan zêdetir ji 19 hezar kesî ye, bi sekinandina kar û lidarxistina kombûnan, nerizayetiya xwe li roja Sêşemî 5ê Pûşperê berdewam kirin.

Ew kombûnên nerizayetî ji 30ê Cozerdanê dest pêkirin û heta niha jî berdewam e ku zêdetir ji 19 kezar kedkaran ên zêdetir ji 87 palavtingeh û petrokîmiyan li xwe digre.

Wan kedkaran daxwaza kar bi şêwaza 14 roj kar û 14 roj bêhnvedan û nemana Girêbeskran kirine û herwisa bi tekezî daxwa pêregiştin bi rewşa jiyan û karê xwe yên wek baştirkirina rewşa cihên razanê, rewşa xwarin, cihên giştî û taybetî, alavên hewce li demsalên germa û sermayê û ewlehiya kar li cihê karkirinê  û herwisa rewşa wan li cihê jiyanê kirine.

Heta niha çendîn kedkar bi sedema nebûna alavên hewce, nebûna ewlehiya kar, nebûna ewlehî li cihê kar  û herwisa westiyana zêde li serma û germayê de rastî bûyerên kar hatine û beşek ji wan canê xwe ji dest dane.