Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêbihorîna Navnetewî daxwaza azadkirina bê merc a Tûmac salihî kir

11:45 - 27 Hezîran 2024

Piştî hilveşandina sizaya bidarvekirina Tûmac Salihî, Saziya Lêbihorîna Navnetewî daxwaza azadkirina bê merc û lezgîn a wî repêrê nerazî kiriye.

Roja Çarşemî 6ê Pûşperê, Saziya Lêbihorîna Navnetewî bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de tevî îşarekirin bi hewcehî bi dawîanîn bi demdirêjkirina proseya yasayî bo pêregihîştin bi dosyeya “Tûmac Salihî”, tekez kir ku divê Tûmac Salihî bê merc û bi lezgînî bê azadkirin.

Wê zasiya navnetewî îşare bi vê yekê kiriye ku “Tûmac Salihî”, berevanî ji mafê parastina mafê mirov a aştîxwazaneya xwe kiriye û li rastiyê de nediba bi awayekî xoserane hatiba binçavkirin çi bigehe vê yekê ku ew mafê mirovî çendîn caran bê binpêkirin.

Bi sedema cehd û givaşxistina çalakvan û azadîxwazan, sizaya bidarvekirina “Tûmac Salihî” li dadgeha bilind a rêjîmê de hate hilveşandin û careke din bo dadgeha înqilab a rêjîmê ku biryar li ser dabû, hate veguhastin.

Herwisa biryara dadgeha destpêkî înqilab a rêjîmê ku 6 sal û 3 heyv girtîgeh bi ser Tûmac Salihî de sepandibû, hate hilveşandin û berevajiyê yasayê hate binavkirin.

Tûmac Salihî, repêrê nerazî li şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de li 8ê Xezelwera 1401 a Rojî li parêzgeha Çarmihal û Bextiyariyê de hate binçavkirin û piştre bi awayê demkî hate azakirin lê li 9ê Sermaweza sala 1402 a Rojî de li bajarê Babolê de hate binçavkirin û heta niha li girtîgeha rêjîmê de maye.