Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên proja vizegeha Urmiyê tevlî kempêyna seranserî ya 14/14 bûn

11:46 - 27 Hezîran 2024

Kempêyna 14/14 a kedkarên kompaniyên neftî, palavtingeh û petrokîmiyan ku ji 30ê Xermananê ve dest pêkiriye heta niha berdewam e û zêdetir ji 20 hezar kedkar tevlî vê kempêynê bûne û dest ji kar berdane.

Roja Çarşemî 7ê Pûşperê, Kedkarên projeyî yên vizegeha têkel a Urmiyê li heftemîn roja nerizayetiya seranserî ya kedkarên projeyî û girêbestkar, tevlî kempêyna seranserî ya 14/14 bûn û daxwaza kar bi şêwaza 14 roj kar û 14 roj bêhnvedan û nemana Girêbeskran kirine.

Herwisa wan kedkaran pêka kempêyna 14/14, bi tekezî daxwaza pêregiştin bi rewşa kar û jiyana xwe, alavên hewce li demsalên germa û sermayê de û ewlehiya kar li cihê karkirinê de kirine.

Heta niha nêzî 100 kompaniyên neft û gaz, palavtingeh û petrokîmî û kompaniyên din tevî kempêyna seranser ya nerizayetiyê bûne ku hejmara wan kedkaran derdora 20 hezar kesî ye.

Bi sedema teweromê û kirîza aborî li Îranê rewşa jiyana kedkaran ku yek ji qatên herî hejar ên Îranê ne û li jêr hêla hejariyê de dijîn, gelek dijwartir bûye û pirsgirêkên ewlehiya, “canî, jiyan û kar” ê wan kedkaran gelek zêde bûne.