Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîkên şehîdên tevgera “Jin Jiyan Azadî” yên Kurdistanê hilbijartinê baykot dikin

11:48 - 27 Hezîran 2024

Dayîkên şehîdên tevgera “Jin Jiyan Azadî” yên Kurdistanê hilbijartin baykot kirin û ragihandin  ku tevahiya rêjîmê şermezar bikin û beşdariyê lî hilbijartinê de nakin.

Roja Çarşemî 6ê Pûşperê hejmarek ji dayîkên şehîdên tevgera “Jin Jiyan Azadî” yên Kurdistanê bi belavkirina daxuyaniyekê, hilbijartin baykot kirin û ragihandin ku tevahiya rêjîmê şermezar dikin û li şanoya hilbijartinê de beşdarî nakin.

Herwisa wan dayîêkên şehîdan ragihandin ku berbijêrên vê rêjîmê bi xwe berpirs û encamderên cinayet û kuştinên hikûmî ne.

Herwisa wan dayîkên şehêdan bi tekezî ragihandine ku heta dema dadgehîkirin û sizadan bi bikujên zarokên xwe, dest ji mafxwaziya xwe bernadin û tevahiya rêjîmê şermezar dikin.

Li beşeke vê daxuyaniyê de hatiye: “Rêjîma desthilatdar li Îranê, li wan salên dawiyê de hezaran malbat bi bidarvekirin û teqeya rasterast daxdar kirine, hezaran kur û keçên me bi sedema nîşandana nerizayetiya li hember nevekheviyan, bêkarî, sitem û nebûna azadiyê, hatine bidarvekirin an li ser şeqaman bi teqeya rasterast hatine kuştin, Lê li devedevê şanoya hilbijartinê, berbijêrên rêjîmê ku bi xwe berpirs û encamderên cinayet û kuştinên hikûmî ne, bas ji azadî û baştirkirina rewşa heyî dikin. 

Ew daxuyaniye ji aliyê 24 dayîkên şehîdên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê ve hatiye wajêkirin ku dayîkên şehîdên wek “Ramîn Husênpenahî, Hûmen Ebdullahî, Hamid Sêyfpenahî, Sarîna Saêdî, Şaho Behmenî, Pêyman Minberî, Ferzad Kemanger û çendîn şehîdên din” ve hatiye wajokirin.