Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê binkeyên spaha pasdaran û Hizbullaha Lubnanê li Sûriyê, kirine armanc

11:49 - 27 Hezîran 2024

Balafirên şerker ên Îsraîlê, li bajarê Demişqê de êrîş kirine ser navendên spaha pasdaran a terorîst û Hizbullha Lubnanê ku li encam 2 kes ji wan hêzan hatine kuştin û çendîn kes jî birîndar bûne.

Pêka Raporên belavbûyî sibêdeha roja Pêncşemî balafirpên şerker ên Îsraîlê li devera “Zêynebiye” li başûrê Demişqê de çendîn binkeyên spaha pasdaran û hizbullaha Lubnanê kirine armanc û teqandine û pêka raporên rêjîma Sûriyê, 2 kes hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûnê lê nasnameya kuştî û birîndaran belav nekirine.

Çavdêrê mafê mirovî ya Sûriyê jî belav kiriye ku çendîn teqînên mezin li derdora bajarê Demişqê de hatine bihîstin ku dûkeleke gelek zêde ji wan bilind bûye.

Devera Zênebiyê li başûrê bajarê Demişqê, çendîn sal e ku cihê man û kombûnên spaha pasdaran a terorîst bi taybet spaha quds digel Hizbullaha Lubnanê û milîsên din ên ser bi rêjîma Îranê ye û ev dever çendîn sal e ku wek navendekê çêkirina fitneyan û mana terorîstan bi kar tê û madên kîmiyayî yên hizbullah û spaha quds jî li vê de deverê de têne ceribandin.