Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsekî Amerêkayê ragihand ku ti hêviyek bo hilbijartina azad li Îranê de nîne

11:53 - 27 Hezîran 2024

Cihgirê Nûnerê Taybet ê Amerîka li Karûbarên Îranê bi rohnî ragihand ku Amerîkayê ti hêviyek li vê derheqê de nîne ku li Îranê de hilbijartineke azad bi rê ve here an guherîneke bingehîn a siyasî çê be.

Li halekê de ku ji hemû aliyan ve bi taybet ji aliyê çalakvanên siyasî, rêkxiravên sendîkayî, xwendekarî û malbatên şehîdan û aliyên siyasî yên xelkê Îranê ve şanoya hilbijartina serkomarî ya rêjîma Îranê hatiye baykotkirin, Cihgirê Nûnerê Taybet ê Amerîka li Karûbarên Îranê “Abram Pîlî”  bi rohnî ragihand ku ti azadî û dadperweriyek li vê hilbijartinê de nîne û ti guherînek li siyaseta rêjîma Îranê de çê nabe.

Navbirî bi belavkirina peyamekê li tora civakiy”X” de ragihand: “Helbet ku berbijêr ji aliyê şêwreya nigehban a rêjîmê ve hatine destnîşankirin, lê em vê yekê dizanin ku xelkê Îranê ji destpêkîtirîn mafê azadiyê ku hewcehiya girîng a dêmokrasiyê ye, nînin”.

herwisa navbirî tevî îşare bi pêşîneya demdirêj a vê rêjîmê li warê “Azardan û tirsandina rojnamevanan, sansorkirina gihandina nûçeyên hilbijartinê û standina azadiya birêveçona kombûnên aşitîxwazane” de tekez kir ku Amerîka, piştevanî li xelkê Îranê dike û li berevanî li mafê mirov li Îranê, eşkerekirina kiryarên tepeserkarane ên rêjîmê û piştevanîkirin li paşerojeke azad û dêmokratîk, berdewam dibe”.