Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li şanoya hilbijartinê de li hember xelkê Îranê rastî şikestê hat

11:47 - 29 Hezîran 2024

Xelkê Îranê bi beşdarînekirin li şanoya dengdanê “Ne”yeke mizin bi rêjîma Îslamiya Îranê gotin û rêjîma Îranê bo perdepoşkirina şikesta xwe li hember xelkê Îranê, amarên çewt belav dike.

Pêka amarên fermî yên rêjîma Îranê, dengdan bi dawî hat û nêzî %40 a xelkê Îranê li vê dengdanê de beşdarî kirine lê pêka amarên xwecihî û heriwsa raporên belavbûyî, rêjeya beşdarînkirina xelkê, çendîn qat kêmtir ji vê amara rêjîmê ye û piraniya sendûqên dengdanê betal bûne.

Pêka amarên çewt ên şanoya hilbijartina serkomariya rêjîmê, li seranserê Îranê de 19 milyon û 67 hezar û 713 kes li dengdanê de beşdarî kiriye ku ji vê rêjeyê Mesûd pizîşkiyan bi 8 milyon û 302 hezar û 577 deng bi dest xistine û Seîd Celîlî bi 7 milyon û 189 hezar û 756 dend, kesê dûyê yî vê hilbijartinê ye.

Ew amara rêjîmê li halekê de ye ku rêjîmê li girtîgehan û îdareyên hikûmî û heta gund û bajaran de gef li xelkê xwarine û heta li girtîgehan de kesên binçavkirî neçar bi dengdana bi zorê kirine û bi qutkirina înternetê hewla rêgirîkirin ji belavbûna nûçeyên şikesta xwe li hember xelkê Îranê de dane.

Elî Xamineyî li axafitnên xwe de li derheq dengdanê gotiye ku her deng, dengdanek bi komara Îslamiya Îranê ye lê xelkê Îranê bi beşdarînekirina piraniya herî zêde li şanoya hilbijartinê, “Ne”yek mezin bi vê rêjîmê gotin. 

şanoya hilbijartin bi sedema  kêmanîna deng a berbijêran kevte qonqxa duyê ya hilbijartinê û pêka biryara rêjîmê 2 berbirêjên yekem û duyem li 15ê Pûşperê de careke din hilbijartina serkomarê dê bi rê ve here.