
Pêka rapora “CloudFlare Radar” li demjimêrên pîştînîvro ya roja “Înê” bikarhatina înternet li Îranê kêm bûye û li hinek cihan qut bûye an lezgîniya vê çendîn qat daketiye.
Rêjîma Îranê ku li şanoya hilbijartinê de rastî şikesteke serşorane hatiye, bo sansorkirina nûçe û raporên hilbijartinê li Îranê, bi qasekî lezgîniya înternetê kêm kir ku, li piraniya cihande înternet nehate bikaranîn û li hinek cihan de jî bi tevavî qut bû.
Pêka datayên “CloudFlare Radar”, aloziyeke tevav û daketineke gelek zêde li Înterneta Îranê de çê bûye û pêka gotina karnasan, pitira alozî û qutbûna înternetê li li ser torên wek “Şatêl, Asiya Têk, Efra Nêt, Hay Wêb, Îransêl û hemrahê evvel” de bûye.
Wezîrê Îrtibatat ê rêjîma Îranê bo çewtekarî îdia kiriye ku bi sedema xirabkarî li jêrxanên Fîbra nûrî, ew alozî çê bûye. Lê li rastiyê de heta niha rêjîma Îranê qutkirin an kêmkirina lezgîniya Înternetê li wan rewşan de bi kar aniye ku nûçeyên xwenîşandan û nerizayetiyan sansor bike û rê ji derketin û belavbûna nûçe û zanyariyan li navxwe û derveyî Îranê bi kar aniye û li şoreşa Jînayê de bi berdewamî ew şêwaze bi kar anîbû.