Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Baykot serkevt û piraniya xelkê welat li maşkanêya rêjîmê de beşdarî nekirin

12:24 - 29 Hezîran 2024

Xelkê azadîxwaze Îranê û netewên bê maf bi neçona ser sinduqên dengdanê, rêjîma dîktator a îslamî tûşî şikestekî mezin kirin û hetka wê rêjîma kevnarperwer birin û nîşanî hemî dunyayê dan ku wê rêjîmê ti rewatiyek çinîne.

Hilbijartina serkomarê rêjîmê bi armanca danana kesekî dinê bo dewsa Îbrahîm Reîsiyê cellad, bi avayekî berfire li herêmên netewên bê maf de hate baykotkirin.

Li herêma Sîstan û Belûçistanê, zêdebarî evê ku gelê Belûç ev maşkanêya baykot kirin û beşdar nebûn, li piraniya bajarên Belûçan de, piştî nimêja Înê, wekî hemî Înên dinê rijiyane ser şeqaman û nerizayetiya xwe dane xuya.

Pêka raporên belavbûyî rêjîma Îranê heta li girtîgeha Taybadê de jî 130 binçavkirî neçar kirine ku bi 4 cure kincên cuda û bê nasname deng bi berbirêjekî rêjîmê bidin û heta girtiyên ku li murexesiyê de bûne jî neçar kirine beşdarî li dengdanê de bikin.

Rêjîma Îranê tevî hemû pîlan û gefxwarin li xelkê Belûç li şanoya hilbijartinê de şikeseteke serşorane xwar.