Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biryarnameya Troîka ya Ewropayê bo Şêwreya Hukam hate şandin

11:51 - 4 Hezîran 2024

Biryarnameya Troîkaya Ewropayê bi awayeke fermî bo Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî a wizeya navokî re hate şandin û rêjîma Îranê, neçar bi bersivdan û hevkarî digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ye.

Roja Dûşemî 14ê Cozerdanê biryarnameya Troîkaya Ewropayê anku “Firanse, Birîtaniya û Alman” bi awayeke fermî bo Şêwreya Hukam a ajansa navnetewî a wizeya navokî hate şandin û rêjîma Îranê neçar bi bersivdan û hevkarî digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ye.

Li vê biryarnameyê de daxwaz ji rejîma Îranê hatiye kirin ku bersiva pirsyarên li derheq peydabûna Uranoyoma meyandî ya bi tîratiya %83.7 li binkeya navkî ya Fordoyê bide û herwisa rexne ji hevkarînekirina rêjîma Îranê digel Ajansa Navnertewî ya wizeya navkî girt.

“Elî Şemxanî” yê şêwirmendê payebilind ê Elî Xamineyî li vê derheqê de gefa berteknîşanda tund a Îranê xwaribû û gotibû: Îranê vê bersiva bi bandor û hewce bi Troîkaya Ewropayê bide û ew dê rastî xisarên zêdetir bibin.