Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şanoya hilbijartin a serkomariya rêjîmê li Kurdistanê rastî şikesteke mezin hat

12:29 - 29 Hezîran 2024

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi baykotkirina şanoya hilbijartin a serkomariya rêjîmê careke din dane selimandin ku vê rêjîmê ti rewatiyek bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê de nîne û deng bi rêjîmê nedan.

Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê de piraniya sendûqên dengdanê bi betalî bo navendên hilbijartinê hatine şandin û tevî hemû gefxwarinên rêjîmê ji xelkê, kes amade nebû beşdarî li dengdanê de bike û bi tenê hinek karbidestên rêjîmê yên li bajar û gundên Kurdistanê li vê şanoya rêjîmê de beşdar bûn.

Pêka girtevîdyoyên belavbûyî û herwisa raporên navxweyî yên Rojhilatê Kurduistanê, piraniya cihên dengdanê wala bûne û cehdên rêjîma Îranê bo rakêşana xelkê bo ser wan sendûqan bê encam mane.

Beşdarînekirina xelkê Rojhilatê Kurdistanê li dengdanên rêjîmê li vê carê bûye sedema ecêbgirtîmana berpirsên rêjîmê û heta li cihên ku piraniya wan karbidestên rêjîmê jî bûne, gelek bi kêmî beşdarî li dengdanê de hatiye kirin.

Rêjîma Îranê bo perdepoşkirina şikesta serşoraneya xwe li Rojhiêlatê Kurdisytanê dest avêtiye belavkirina raporên sexte û çewt û rojnameya Mêhr a ser bi rêjîmê Îdia kiriye ku parêzgeha Sine, Têhran û Sîstan û Belûçistan, Xuzistan û Gîlan bi rêjeya %23, kêmtirîn beşdarî li dengdanê de kirine.

Ew amara rêjîmê, li halekê de ye ku piraniya nêzîk bi tevav a xelkê Rojhilatê Kurdistanê dengdan baykot kirin û beşdarî li dengdanê de nekirine.