
Rêzdar Mistefa Hicrî, berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi belavkirina peyamekê, çandina darekê li bajarê “Viyen”ê paytexta Otrîşê li 35emîn salvegera terorkirina “Dr. Qasimlo”, bi bilind nirxand.
Deqa peyamê wiha ye:
Roja “27ê June”, Parlemana îyaletî ya Viyenê, biryar da ku bo bîranîna 35emîn salvegera terorkirina rêberê Kurd, Dr. Qasimlo” û hevrêyên vî, “Ebdulla Qadirîezer û Fazil Resûl” li parkeke wî bajarî de darekê biçînin.
Ew çalakiya Partiya Kesk û bi taybet Xatûn “Bêrîvan Eslan”, cihê rêzgirtin û pêzanînê ye.
Spasiya hemû tekoşîna wan dikin û hivîdar in ku ew bibe hêvinê dubare birêkxistina dosyeya terorkirina “Dr. Qasimlo”, li dadgeha wî welatî de.
Mistefa Hicrî
Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
8ê Pûşpera 1403 a Rojî
28ê June 2024