Kawe Seydzade, Ako Zeynebî, Yûsif Mewlayî û çalakvanekî din ê olî ku bi nasnameya Dr.Îsmaîl hatiye ragehandin, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve li bajarê Bokanê hatine girtin.
Li gorî nûçeya Rekxirava Mafê Mirove Hengawê, roja Înê 11ê Cozerdana 1403 a Rojî, Kawe Seydzade temen 40 sal û Ako Zeynebî temen 34 sal û Yûsif Mewlayî û Îsmaîl ku nasnama wî nexûya ye naskirî bi Dr. Îsmaîl û temenê nêzîk bi 34 salî, çalakvanên olî yên bajarê Bokanê ji aliyê Îdareya Îtilaatê ve hatine girtin.
Her li gorî nûçeya Hengawê, Kawe Seydzade, Ako Zeynebî û Îsmaîl li destpêka roja Înê li malên xwe de hatine girtin û Yûsif Mewlayî her li vê rojê de, li dema zivrîn li seferê digel hevjîna xwe hate girtin.
Heya belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek liser tohmetên sepandî biser van çalakvanên olî û cihê ragirtina wan liber dest de nîne.