Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Çînê careke din Îmarat bi xwediyê 3 dorgeyên kendavê nas kir

11:57 - 4 Hezîran 2024

Dewleta Çinê ragihand ku Îmarat xwediyê 3 dorgeyên kendavê ye û divê Îran û Îmarat bi rêyên aşitîxwazane vê pirsgirêkê çareser bikin, lê rêjîma Îranê ji vê helwîsta dewleta Çinê nerazî ye.

Rêjîma Îranê ku hemû berhemên xwe yên neftî bo Çînê herrac dike û bi nirxa herî kêm dide Çînê, lipey piştevaniya siyasî ya Çînê ji rejîma Îranê ye û heta niha ew siyaseta rêjîma Îranê piştî çendîn şikestan her berdewam e û heta niha Sûriye, Rûsiye û Çînê li dijî berjewendiyên rêjîma Înanê helwîst girtine bi taybet li derheq dorgeyên”Tonba mezin tonba biçûk û Ebûmûsa”yê pişta rêjîma Îranê berdane.

Li vê derheqê de wezareta derve ya rêjîma Îranê, balyozê Çînê banghêj kiriye û nerizayetiya xwe li derheq helwîsta dewleta Çînê, ragihandiye.

Rêjîma Îranê bi pêşkêşkirina kangeh û aboriya Îranê bi Çîn û Rûsiyê, bûye sedem ku aboriya Îranê nêzî îflasa yekcarî bibe û li cihê heyrîmanê ye vê siyaseta xwe ya ku çendîn caran şikext xwariye berdewam dike.

Rêjîma Îranê, Çînê bi mezintirîn hevpeymanê ticariyê xwe bianv dike û ragiahndiye ku bi berçavgirtina hevkariyên stratejîk ên li navbera Îran û Çînê, hivî dike ku Çîn helwîsta xwe biguhere.

Dewleta Çînê bo careke din tekezî li ser helwîsa xwe kir û da selimandin ku nerizayetiya rêjîma Îranê ti girîngiyek nîne û Îran bi tenê bazareke erzan bo Çînê ye.