Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê heta %40 tejî Av bûye

12:01 - 4 Hezîran 2024

Pêka zaniyariyan 2 hezar kîlometrên 2cî av li panahiya gola Urmiyê de kom bûye, ew nûçeye li heleke de ye ku sedemên çikbûna gola Urmiyê her li cihê xwe mane û renge li havînê carek din bibe hilim.

Berpaniyeke 2 hezar kîlometrên 2cî ya gola Urmiyê tejî av bûye û pêka berfirehiya 5 hezar kîlometrên 2cî ya vê golê, derdora %40 a vê golê piştî baranan û rabûna lehiyan û herikîna beşeke avan, tejî bûye û berê ku ji vê yekê zêdetir hebû, bi hinek sedemên ku niha jî her mane, bibû hilim.

Heta niha rêjîmê ti yek ji sedemên çikbûna gola Urmiyê çareser nekirine ku ya ji hemûyan metirsîdardir, bûna rê li nav vê golê û nedana pişka ava golê ji bendavan e ku pêvajoya çikbûna gola Urmiyê çendîn qat lezgîntir dike.

Li halekê de ku rêgirî ji çandina hinek berhemên werzêriyê hatiye kirinê lê kesên ser bi rêjêmê ji vê biryarê parastî mane.

Pêka dawî hilsengandina rewşa gola Urmiyê, nêzî 2.6 milyards metrên 3cî av li gola Urmiyê de heye lê gola Urmiyê li rewşa asayî de divê 14.5 milyard metrên 3cî av hebe û bi vê pêkê bi tenê %20 a avê li gola Urmiyê de heye ku bi destpêkirina demsala germayê egera çikbûna vê golê gelek zêde ye.