Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li sala 1402 a Rojî de 171 kes ji xelk Belûç bidar vekirine

12:02 - 4 Hezîran 2024

Li pêvajoya binpêkirina mafê mirov li Belûçistanê û kuştina sîstematîk a wî xelkî ji aliyê rêjîma Îranê ve li sala 1402 a Rojî de 171 kes ji xelkê Belûç hatine bidarvekirin.

Pêka rapora “Halveş”ê ku li roja Yekşemî 13ê Cozerdanê hatiye belavkirin, li sala 1402 a Rojî de 171 kes ji xelkê Belûç li girtîêgehên rêjîma Îranê de hatine bidarvekirin ku ji vê rêjeyê 133 kez anku “%77” bi tohmetên pêywendîdar bi madên Hişber, bûne û herwisa derdora %19 bi tohmeta kuştina bi zanebûn û derdora %2 bi tohmetên pêywendîdar bi tohmetên siyasî û ewlehî bûne.

Pêka rapora Halveşê, bidarvekirina xelkê bi tohmetên pêywendîdar bi madên hişber tevî zêdetirîn rêjeyê, li bêdengtirîn rewşê de ye û bêdengtirîn qurbaniyên maşîna kuştar a rêjîmê ne ku piraniya herî zêde, kesên hejar û derdornişîn in.

Tevî wan amaran, li sala 1402 a Rojî de zêdetir ji 334 hevwelatiyên Belûç bi teqeya rasterast a hêzên rêjîmê an ji aliyê kesên nenaskirî ve hatine kuştin û herwisa zêdetir ji 366 kes ji xelkê Belûç li jêr navê şewatberan de li sînoran, ji aliyê hêzên hov ên rêjîma Îranê ve hjatine kuştin.