Endamekî spaha quds a ser bi spaha tirorîstiye pasdaran li bajarê Helebê de li êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de hate kuştin.
Roja 12ê Cozerdanê li encama êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de tirorîstekî rêjîma Îranê yê bi navê “Seîd Abyar” li bajarê Helebê de li Sûriyê, hatiye kuştin û ragihandinên ser bi rêjîma Îranê jî ew nûçeye piştrast kirine û gotine ku ew şêwirmendekî leşkerî bûye.
Rêjîma Îranê terorîstên xwe li welatên wek Sûriye, Lubnan, Îraq, Yemen û Felestînê de “şîwirmendê leşkerî binav dike û pêştir jî bi parêzerê cihên olî binav dikirin û bi vê hêcetê dixwest mana xwe li wan welatan de asayî bide nîşandan lê karê wan terorîstan rêkxistina milîsan bo encamdana kiryarên terorîstî û afirandina fitneyan e.
heta niha dehan endamên spaha pasdaran a terorîst û berpirsên payebilind ên vê rêkxirava terorîstî li Sûriye û Lubnanê de bûne armanca êrîşên esmanî yên Îsraîlê û ji nav çone.