Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar “Mistefa Hicrî bi hilkefta “Roja Girtiyên Siyasiyên Kurdistanê” peyamek belav kir

14:20 - 1 Hezîran 2024

Rêzdar “Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê  bi hilkefta 12ê Cozerdanê, “Roja Girtiyên Siyasiyên Kurdistanê” peyamek belav kir

Deqa peyamê wiha ye:

Li bîranîna 59 ciwanên bidarvekirî yên Mihabadê li heyva Cozerdana 1362 a Rojî û binavkirina roja qewimîna vê tawana bi sam a komara Îslamiya Îranê bi “Roja Girtiyên Siyasiyên Kurdistanê”, tevî bilindragirtina yada wan şehîdan, silava emegnasiyê bo îradeya qahîm û xweragiriya girtiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê dişînin.

Bê guman, girtiyên siyasiyên Kurdistanê ji aliyek hêmaya zindîbûn û berdewamiya xebat û têkoşîna netewa me ye, ji aliyê din ve, selimanderê îradeya berdewam a takên şoreşgêr û xwedî bawerên Kurdistanê ye ku zîndan û îşkence û tawanên dujmin, nekariye berxwedana wan bişkêne û wan serê xwe li pêxema azadiya niştîman û armancên pîroz ên tevgera Kurdistanê bilind ragirtine.

Cangorîkirin û xweragiriya we cihê şanaziyê ye!

Mistefa Hicrî

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê 

11ê Cozerdana 1403 a Rojî