Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:
Manşêta 471 emîn hejmara Agirî taybete bi peyama Rêzdar “Mistefa Hicrî” bi hilkefta “Roja Girtiyên Siyasiyên Kurdistanê”.
Rûpela 2 a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo Peyama Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokarat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 12ê Cozerdanê, “roja girtiyên siyasiyên Kurdistanê”.
Rûpela 3 a vê hejmara Agirî de gotarek li jêr nave “Hilbijartin, gendelî û şikandina kerametê” ji nivîsa Kerîm Perwîzî dikeve ber çavan.
Rûpela 4 ê de Gotara “Tijîkirina cihê “Serjêkerê Têhranê” û danîşandana rewabûna
sîstemê” ji nivîsa Elî Munezemî hatiye weşandin.
Rûpela 5ê de gotara “Çavên ku bo ”Refeh”ê digirîn, derheq Kurdistanê kor in” ji nivsîna Serbest Urmiye.
Rûpela 6an a 471 emîn hejmara Agirî de gotarek li jêr nave “Dema wêye em bên bihîstin!” ji nivîsa Dr. Mecîd Heqî.
Rûpela 7ê de gotara “Şoreşa Jînayê morala jinan bilind dike û xwekujî kêm dibe!” ji nivîsa Eskender Ceiferî.
Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî tête dîtin.
Rûpela 8 de gotara “Werin em metirsiya li ser têkoşîna jina Kurd hîs bikin” ji nivîsa Mojgan Elîpûr.
Rûpela 9 ê de beşa yêk a gotara “Xelk ji xwe re xeyalên mezin dikin û jibo pêkanîna wê jî xebatê dikin” ji nivîsa Hasan Harranî dikeve berçav.
Rûpela 10 ê a 471 emîn hejmara rojnameya Agirî hatiye terxankirin bo gotarekê li jêr nave “Ji Urmiyê heta Xorasanê, ji Emîr Xanê Lep Zêrîn heta Serdar Êywez” ji nivîsa Rojan Kurmanc.
Rûpela 11 ê de çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.
Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî, vê carê dîsan hatiye terxankirin bo postêrekê li derheq salvegera Êdama 59 civanên xelkê bajarê Mihabadê do 12ê Cozerdana sala 1362 an ku ev roj, wek roja giriyên siyasiye Kurdistanê hatiye navdêrkirin. postêr bi keda Serbest Urmiye hatiye dîzayînkirin û kêşan.
Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.
Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê https://kurdistanmedia.com/content/upload/1/pdf/agiri-471.pdfbikin.