Roja Dûşemiyê, ji aliyê 3 kesan ku xelkê derveyê Ciwanroyê bûne, cehda dizîna keşeke temen 8 salî ya wî bajarî hate dane û ew li maşîneke cura Pêjo Pars siwar kirin daku bidizîn, lê xelkê bajarê ciwanroyê bi alîkariya hev şeqan li ser wan daxistin û ew girtin û ew zarok ji wan standin.
Li halekê de ku xelkê ev mirov rev anku dizê vê zarokê girtibûn û binecî li wan dixistin, û zarok ji wan dizan distandin, hêzên întizamî yên rêjêmê bi gaza bîberê êrîş kirine ser xelkê û yek ji wan hêzên tepeserker ên rêjîmê her li destpêkê de dizek siwarê maşîna xwe kir û ji wir xelas kir, û piştre ew 2 dizên din jî li nava destê xelkê de derêxistin û swarê maşînê wan hêzên rêjîmê kirin û ji wir birin.
Li rastî de bi dîtina wê bûyerê îsbat dibe ku hêzên rêjîmê dest li vê miro rewandinê de hene û alîkarê dizan bûn û egera hindê heye ku ev diz kesên girêdayî bi rêjîmê bin.
Hewce ye ku xelk agehdarê pîlanên rêjîma Îranê bo alozkirina rewşa bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi rêyên wek kuştin, revandin û heta diziyê be û li dema qewimîna bûyerên wiha, bawerî bi hêzên rêjîmê nekin û bi lezgîninî bi hawara hev de herin.
Hewce ye xelk agehdar vê rastiyê be ku diz û cerdeyên rêjîmê li ser şeqaman û bi piştevaniya rêjîmê hewlên wek diziya zarokan an kuştina xelkê medenî didin.