Serkomarê Firansê ragihandiye ku piştî hevpeyvîn digel Îsraîl û hevpeymanên xwe, li derheq bernameya navkî a rêjîma Îranê, dê givaşê bêxin ser rêjîma Îranê.
“Emmanuel Macron” Serkomarê Firansê, roja Sêşemî 15ê Cozerdanê, bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand ku piştî hevpeyvîn digel “Benjamin Netanyahu” yê Serokwezîrê Îsraîl û herwisa hevpeymanên xwe, li derheq bernameya navkî, dê givaşê bêxin ser vê rêjîmê .
Herwisa navbirî tevî nîşandana nigeraniya xwe li derheq bernameya navkiya rêjîma Îranê, bi tekezî got: “Em dê givaşxistin bo ser bernameya navkiya rêjîma Îranê heta vê demê berdewam bikin ku alxahîn bin ku rêjîma Îranê rêz ji sozên xwe yên navnetewî li vê derheqê de bigre”.
Troîkaya Ewropayê, biryara xwe bo Şêweray Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya navkî şandiye û li vê biryarnameyê de daxwaza bersivdana rêjîma Îranê bi pirsyarên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li derheq peydabûna Uraniyoma meyandî ya bi tîratiya %83.7, li binkeya Fordo yê hatiye kirin û herwisa îznê bide lêkolerên ajansê ku mînakan ji navendên navkî hilbigrin û hevkariya tevaw digel lêkoleran û herwisa vê ajansê bike.