Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelata nevnetewî ya “Havel” bi “Tûmac Salihî hate bexşîn

12:30 - 5 Hezîran 2024

“Encumena Azadî” ya “Oslo”yê xelata navnetewiya “Havel” pêşkêşî repêr nerazî û stanbêjê binçavkirî, Tûmac Salihî kir ku niha li girtîgeha rêjîmê de binçavkirî ye û gefa bidarvekirinê li ser canê wî ye.

Damezraveya mafê Mirovî ya “HRF” anku “Encumena Azadî” ya “Oslo”yê roja Dûşemî,14ê Cozerdanê xelata “Havel” a sala 2024 a Zayînî da Tûmac salihî yê repêrê nerazî û binçavkirî li Îranê û herwisa “Tahir Hamût Îzgîl” ê helbestvan û çalakvanê Oyxûr û piyanîstê Vênêzoêlayê “Gabriyêlla Montêro”.

Dema dana vê xelata navnetewî bi “Tûmac Salihî” nivîsek hate xwendin ku li vê nivîsê de hate îşarekirin ku Tûmac bi xwe nikare vê xelatê verbigre bi vê sedemê ku ew girtîye û rêjîma Îranê dixwaze wî birad veke.

herwisa li vê nivîsê de “Tûmac Salihî” ne tenê hozanvaneke, belku “cirîskîna hivî, mînaka berxwedan û parêzerê mandînenasê mafê mirov” hate binavkirin.

Herwisa vê encumena mafê mirovî ragihand: “Tevî hemû tepeseriyan, bidarvekirin û binçavkirinan, tevgera nerizayetiya xelkê Îranê bo azadiyê berdewam e û bihêztir dibe lê piştevanînekirina welatên Rojavayî ji vê tevgerê, bûye sedem ku rêjîma Îslamiya Îranê rêjeyeke zêdetir ji neraziyan bidar veke.