Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Bêyrûtê de balyozxaneya Amerîka kevte ber êrîşeke çekdarî

12:33 - 5 Hezîran 2024

Balyozxaneya Amerîka li bajarê Bêyrûta Lubnanê de kevte ber êrîşeke çekdarî û li encam de çend parêzvanên vê balyozxaneya hatine birîndarkirin û êrîşkerek jî bi birîndarî kevte destê Artêşa Lubnanê.

Pêka rapora “Reuters”ê roja Çarşemî 16ê Cozerdanê, çend kesên çekdar êrîşkirine ser balyozxaneya Amerîka li taxa”Ewker” a bajarê Bêyrûtê û şer û pevçon linavbera wan û hêzên parêzvanê vê balyozxaneyê de qewimiye ku li encam de çend parêzvan hatine birînindarkirin û êrîşkerek jî hatiye kuştin û yek jî bi birîndarî kevtiye destê Artêşa Lubnanê ku bo nexweşxaneyê hate veguhastine.

Heta niha ti zanyariyek li derheq nasnameya êrîşkeran nehatiye zanîn û hêj xuya nîne ku ew çekdarane ser bi çi alî an taqimekê ne.