Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li nerizayetînîşandan li hember helwêsta Çînê bo 3 dorgeyên kendavê micid nîne

11:29 - 6 Hezîran 2024

Rêjîma Îranê bi sedema hewcehî bi Çînê li warê siyasî û ticarî, li berteknîşandana xwe li hember helwîsta Çînê bo 3 dorgeyên li kendavê, micid nîne û bi baweriya Çînê, 3 dorgeyên kendavê milkê Îmaratê ne.

Rojnameya “Sawt Çayna Mornîng Post” a Hong Kongê ku bi zimanê Ingilîsî belav dibe, li şiroveya biryara Çînê li derheq 3 dorgeyên “Tonbê mezin, Tonbê biçîk û Ebûmûsa”yê de bi tekezî ragihand ku Çîn biryara xwe bi sedema nerizayetiya rêjîma Îranê naguhere û rêjîma Îranê jî li nerzayetînîşanda xwe li vê derheqê de micid nîne.

Li vê derheqê de “Liyo Şîn Lo” pisporê payelebilind ê şirovekarê Rojhilata Navîn li bajarê Pêkenê li derheq nerizayetiya rêjîma Îranê li hevpeyvîn digel vê rojnameya Hong kongê de gotiye: “Rêjîma Îranê nikare ji Çînê dûr bikeve û herwisa naxwaze pirsgirêkan digel Çînê çê bike.

Îmarat îdia dike ku 3 dorgeyên “Tonbê mezin, Tonbê biçîk û Ebûmûsa”  milkî Îmaratê ne û heta nîha hevpeymanên startejîk ên rêjîma Îranê anku “Çîn Rûsiye û Sûriye” îdiaya Îmaratê piştrast kirine û bi fermî ragihandine ku ew 3 dorge milkê Îmaratê ne.

Ji aliyê din ve, rêjîma Îranê li rewşa îflasa aborî û siyasî û herwisa kirîza jidestdana rewatiya xwe li derve û navxweyî Îranê de ye, hewcehî bi piştevaniya wan welatan heye û li nerizayetîşîşandan li hember helwîsta wan welatan de micid nîne û naxwaze wan ji xwe dûr bike û renge bi sedema vê siyaseta rêjîmê, Îran wan 3 dorgeyan ji dest bide.