Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst 2 hevwelatiyên Belûç li Pakistanê de teror kirin

11:34 - 6 Hezîran 2024

Tîmeke terorê ya spaha pasdaran a terorîst li devereke sînorî ya Pakistanê de 2 hevwelatiyên Belûç teror kirin û kuştin lê ew tîma terorê bi xwe jî ji aliyê girûpeke çekdar ve hatine girtin.

Pêka rapora “Halweş”ê, Şeva Duşemî 14ê Cozerdanê , tîmeke terorîstên ser bi îtilaata spaha pasdaran a rêjîmê, li devera sînorî ya bajarê Teftan a Pakistanê de du hevwelatiyên Belûç yên dijberê rêjîma Îranê ku akinciyê Pakistanê bûne teror kirine û kuştine.

Pêka vê raporê, “Ebdulxefûr Şebexş(Mîngol), û herwisa “Yehya Mihemedzihî” ku xelkê bajarê Zahidanê û akinciyê devera sînorî ya bajarê “Teftan” li Pakistanê de bûne ji aliyê terorîstên îtilaata spaha pasdaran ve hatine kuştin.

Pêka vê raporê , tîma teror a rêjîmê ji aliyê girûpeke çekdar ve ku dostê wan kuştiyên Belûç bûne, hatine girtin  û hatiye ragihandin ku hinek ji w atreorîstan birîndar in.

Herwia Halveşê ragihandiye ku tîma teror a spaha pasdaran a terorîst ji çend kes ên xelkê xwecihî yê Sîstan û Belûçistanê û çend kes ên xelkê Efxanistan û Pakistanê pêk hatibû ku piştî encamdana vê terorê ji aliyê hinek kesan ve ku dostê dijberên rêjîma Îranê ne, li şer û pevçonê de hatine girtin û radestî saziya “Cêyşuledil” hatine kirine.