Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwreya Hukam, biryarnameya Troîkaya Ewropayê erê kir

11:35 - 6 Hezîran 2024

Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, biryarnameya Troîkaya Ewropayê li dijî bernameya navkî ya rêjîma Îranê erê kir û bi vê pêkê rêjîma Îranê dê bikeve jêr givaşên gelek micid.

Roja Çarşemî 16ê Cozerdanê Şêwreya Hukam a Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, biryarnameya Troîkaya Ewropayê Anku “Firanse, Birîtaniya û Alman” li dijî bernameya navkî ya rêjîma Îranê Erê kir û rêjîma Îranê dê bikeve jêr givaşeke geleki zêde.

Biryarnameya Troîkaya Ewropayê bi 20 dengên “Erê”, 12 dengên bêalî û 2 dengên “Ne” yên Rûsiye û Çînê hate erêkirin.

Pêka vê biryarnameyê, rêjîma Îranê neçar e bersiva Ajansa navnetyewî ya Wizeya Navkî li derheq peydabûna Uraniyoma Meyandî ya bi tîratiya %83.7 li binkeya navkî ya “Fordo” yê û herwisa îzna lêkolîn li navendên navkî yên neragihandiyên rêjîmê bide û tevahiya sozên xwe yên wajokirî cî bi cî bike.

Li vê biryarnbameyê de hatiye ku divê rêjîma Îranê bi lezgînî û bi awayekî tevaw û bi rohnî, digel Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, hevkariyê bike.

Rêjîma Îranê pêştir li derheq egera erêkirina vê biryarnameyê Huşdarî dabû ku dê bertekê ji xwe nîşan bide.