Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destnekevtina dermanan bûye gef li ser canê nexwşên Diyabêtê

12:35 - 6 Hezîran 2024

Destnekevtina dermanên cura Ensolîn û herwisa diyarîkirina beşek gelek kêm ji wan dermanan bo nexweşên tûşbûyî bi Diyabêt anku nexweşiya şekerê, niha bûye gef li ser canê wan nexweşan.

Givaşeke gelek zêde li ser nexweçên Diyabêtê heye ji aliyekê destnevtina derman û ji aliyê din bilindbûna nirxa wan dermanan, bûye pirsgirêkeke gelik micid û metirsîdar.

Hekî li dema hewce de dermanên Ensolîn li ber destê nexweşên şeker anku Diyabêtî de nebe, gelek caran dikevne rewşa bêhişî û komayê û ew yeka rasterast gef li ser canê wan nexweşan e û rêjîma Îranê jî bo çareserkirina vê pirsgirêka micid, heta niha ti pêngawek hilnegirtiye.

Rêjîma Îranê bi hêceta vê yekê ku xelk dermanên ensolîn yên berhemên navxweyî bikire, dermanên Ensolîna hewce li derveyî Îranê dabîn nake û nexweş jî bi ti awayek amade nînin dermanên Ensolîn a berhemhatî li navxweyî Îranê bi kar bînin û dizanin tevî ku ti qazancek nîne belku bo laşê wan gelek metirsîdar e.

herwisa dermanên hewce bo nexweşiya Talasêmî jî ji aliyê rêjîma Îranê ve nayê hawirdekirin û ji sala 1397 a Rojî heta niha zêdetir ji 100 nexweşên Talasêmî bi sedema destnekevtina dernaman, canê xwe ji dest dane ku pitir zarok in.