Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Ordonê bi milyonan hebên Kaptagonê ên rêjîma Îranê li sînorê Erebistanê de peydakirin

12:40 - 6 Hezîran 2024

Artêşa Ordonê li du operasiyonan de bi milyonan hebên Kaptagon ên spaha pasdaran a terorîst û hizbullah Lubnabê li nêzî sînorê Erebistanê de peydakirin û dest bi ser de girtin.

Artêşa Ordonê ragihand ku li roja Çarşemî 16ê Cozerdanê, li 2 operasiyon cuda de lipey tacirên madên hişber ên ser bi rêjîma Îranê kevtin ku li encam de li yek ji wan operasoyonan de dest bi ser mezintirîn barê hebêbên Kaptagon ên torên ticareta madên hişber ên pêywedîdar bi rêjîma Îranê de girtine ku ji başûrê Sûriyê bo bazarên kendavê dihatine şandin

Pêka rapora Artêşa Ordonê, ew hebane li maşînên avedankirinê de hatibûne veşartin.

Ticareta hebên Kaptagon ji aliyê spaha pasdaran a terorîst û Hizbullaha Lubnanê ve têne berhemanîn ku bi rêya torên berfireh ên ser bi rêjîma Îranê, li “Asiya, Asfrîqa û Ewropa”yê de têne firotin û daheteke zêde û nexuya heye.

Pêka rapora Artyêşa Ordonê, li vê operasiyona nêzî sînorê Erebistanê, bi milyonan hebên Kaptagon hatine peydakirin ku heta niha mezintirîn barê madên hişber li nêzî sînorê Erebistanê de bûye.