Gemiyeke barhilgir a Yûnanê ku ji aliyê Hindistanê ve ber bi kanala Soêz ve diço, li deryaya Sor de kevte ber êrîşa Hûsiyên Yemenê û li nêzî qiraxavên Êrîtrê, motorên vê ji kar kevtine.
Kompaniya Ambrî ya Birîtaniyayê li roja Pêncşemî 17ê Cozerdanê, ragihand ku gemiyeke barhilgir a Yûnanê ku ji bajarê Qiraxaviyê “Mormorgao” ya Hindistanê ve ber bi kanala Soêz ve diço, li deryaya Sor de kevte ber êrîşa Hûsiyên Yemenê û li 118 mayliya rojhilatê bajarê Masoa ya Êrîtrê de motorên vê ji kar kevtine û sekiniye.
Hûsiyên Yemenê jî ragihandibûn ku 3 gemî li Deryaya Sor û deryaya Ereb de kirine armanc û berdevkê Hûsiyên Yemenê “Yehya Serî`i” li hevpeyvîneke têlêvîzyonê de bi tekezî ragihand ku gemiyên “Roza û Wentîc” li deryaya sor de kirine ermanca mûşek û dironan.
Herwisa navbirî gotiye ku gemiya ticariya Amerêkayê ya bi navê “Marsêk Sêltar” li deryaya Ereb de kirin e armanc.