Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyan zêdetir ji 18 karmendên Saziya Netweên Yekgirtî, revandin.

10:38 - 8 Hezîran 2024

Hûsiyên Yemenê zêdetir ji 18 alîkarderê xelkê Yemenê ku karemendên Saziya Netewên Yekgirtî ne, li Yemenê de revandin lê ti zanyariyek li derheq qedera wan li ber dest nîne.

Nûçegihaniya Firansê bi belavklirina raporekê daye zanîn ku Hûsiyên Yemenê, li roja Pêncşemî 17ê Cozerdanê, zêdetir ji 18 alîkarderê xelkê Yemenê ku karmendên Saziya Netewên Yekgirtî ne, revandine lê nûçegihaniya Asoşêytêd Pirês ragihandiye ku 9 kes ji wan kesên hatinî revandin ji aliyê Hûsiyên Yemenê, karmendên Saziya Netewên Yekgirtî ne.

Heta niha ti zanyariyek li derheq nasname û qedrea wan karmenên Saziya Neytewên Yekgirtî belav nebûye û regne Hûsiyên Yemenê wan kesan pêka siyaseta rêjîma Îslamiya Îranê, wek barimte bi kar bînin.

Hûsiyên Yemenê, siyasetên rêjîma Îslamiya Îranê yên wek “kawilkirina Yemenê, alozîxistin û afirandina fitneyan û alozkirina ewlehiya veguhastin a deryayî li Rojhilata Navîn bi taybet li avên nêzî Yemenê”, bi rê ve dibin û rêjîma Îranê hemû hewcehiyên wan milîsan ên wek “alîkariyên malî, cebilxane û zanyariyên bi roj”, dabîn dike.

Yek ji siyasetên qirêj ên rêjîma Îranê bi barimtegirtina kesên biyanî ye ku wan wek alava givaşzistinê bi kar bîne û renge Hûsiyên Yemenê jî bi vê armancê, ew karmendên Saziya Netewên Yekgirtî renvandibin.