Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ewropayê 9 kes û navendên rêjîma Îranê li lîstê dorpêçan zêde kirin

14:57 - 1 Hezîran 2024

Yekîtiya Ewropayê, 6 kes û 3 navendên rêjîma Îranê bi sedema hebûna rol li veguhastina mûşek û dironan bo Rûsiyê û herwisa milîsan û navendên alozkirina aşitî û ewlehiya devera Rojhilata Navîn li lîstê dorpêçan zêde kirin.

Yekîtiya Ewropayê roja Înî 11ê Cozerdanê, 6 kes ku Wezîrê Beravaniya rêjîmê û herwisa fermandeyê spaha quds a spaha pasdaran a terorîst li xwe digre û 3 navendên rêjîma Îranê bi sedema hebûna rol li veguhastina mûşek û dironan bo Rûsiyê û herwisa milîsan û navendên alozkirina aşitî û ewlehiya devera Rojhilata Navîn û deryaya Sor, li lîstê dorpêçan zêde kirin.

“Îsmaîl Qaanî yê fermandeyê spaha quds a spaha pasdaran a terorîst, Mihemedriza Qorayiyê Aştiyanî yê wezîrê berevanî û piştîvaniya hêzên çekdar ên rêjîmê, Xulamelî Reşîd ê fermandeyê biryargeha navendî ya Xatemul Enbiya, Efşîn Xwacêferd ku yek ji birêveberên saziya pêşeya esmaniya rêjîma Îranê ye, Husên Hatifî Erdekanî yê serokê heyeta birêveberî û xwedîpişkê kompaniya Kawan Elêktronîkê Bêhrad, Mihemed Dêhqanî Mihemedabadî yê birêveberê kompaniya Kawan Elêktronîkê Bêhrad”. Ji aliyê Yekîiya Ewropayê ve li lîstê dorpêçan hatine zêdekirin

Herwisa biryargeha navendî ya Xatemul Enbiya, Hêza deryayî ya spaha pasdaran a terorîst û kompaniya Kawan Elêkrtonîk Bêhrad li listê nû yên dorpêçên Yekîtiya ewropa bo ser rêjîma Îranê de ne.