Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl tevahiya sînorê Xezê digel Misrê xiste jêr kontrola xwe

10:39 - 8 Hezîran 2024

Xala sînorî ya “Fîladêlfiya” û hemû sînorê li navbera Xeze û Misrê kevte jêr konrtola Aretêşa Îsraîlê û dorpêçkirina milîsên hemasê bertengtir bûye.

Pêka rapora Artêşa Îsraîl, roja Înê 18ê Cozerdanê, hêzên Îsraîlê xala sînoriya “Fîladêlfiya” û tevahiya sinorê li navbera Xezê û Misrê ku bi dirêjahiya 14 kîlometir û nîv e, xistiye jêr kontrola xwe û maşînên leşkerî û tankên Îsraîlî li şeqama “El-Reşîd” li qiraxava rojavayê bajarê Refehê de cihgîr bûne.

Bi kontrolkirina xala sînoriya Fîladêlfiya, bajarê Refehê bi tevahî hate dorpêşkirii û pêwendiya wî bajarê digel Misrê bi tevahî hatiye qutkirin.

Devera Fîladêlfiya berpaniyeke 14.5 kîlometran e ku hemû sînorê li navbera Xezê û Misrê li xwer digere.

Heta niha ne Îsraîl û ne Hemasê mercên hev bo sekinandina şer erê nekirine û şer li navbera milîsên Hemasê digel Aretêşa Îsraîl beredewam e û tevî hemû cehdên navnetewî, şer nehatiye sekinandin lê pêka biryarên Îsraîl, heta dawîhatin bi Hemasê ew şere dê berdewam be.