Bi sedema kar li kangeha zêr a Teftanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, hejmarek ji xelkê wî bajarî nerizayetiya xwe li derheq jinavçona sirûşta Teftanê dane xuya û li ber deriyê fermandaraiyê kom bûn.
Roja Pênceşemê 17ê Cozerdanê hejmarek ji xelkê bajarê Teftanê li ber deriyê fermandariya wî bajarî kom bûn û tevî nîşandana nerizayetiya xwe li hember kawilkariyên kangeha zêr a wî bajarî, nigeraniya xwe li derheq jinavçona jîngeha Teftanê dane xuya.
Kangeha zêr a Teftanê li devera “Encîrek” a bajarê Teftanê, yek ji mezintrîn kangehên Zêr li Îranê ye û pêka amarên ku rêjîma Îranê belav kirinî, zêdetir ji 100 milyon ton kevirên zêr li vê kangehê de hene lewma rîjîma Îranê bi lezgînî û bê berçavgirtina jîngeha vê deverê karê derxistina zêr berdewam dike û bilî pîs kirina hewa û axa vê deverê û jinavçona sirûşta Teftanê, ti qazancek bo xelkê deverê û parêzgehê nîne.
Pêka raporên belavbûyî, piraniya kesên ku li vê kangehê de mijûlê kar in, xelkê derveyê parêzgeha Sîstan û Belûşistanê ne.