Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha pasdaran a terorîst, terorîstên xwe bi nasnameyên sexte dişîne Ewropayê

10:46 - 8 Hezîran 2024

terorîstên çekdar ên spaha pasdaran a terorîst, bi nasnameyên sexte û li jêr navê parêzvan û melewanên gemiyên ticarî û neftkêşên Îranê, bi rêya gemiyên ticarî serdana bajarên qiraxavî yên Ewropayê dikin.

Terorîstên çekdar ên spaha pasdaran bi nasnameyên sexte û bikaranîna navên melewanên li gemiyên ticarî û neftkêşên Îranê û bi rêya gemiyên ticarî yên rêjîma Îranê, serdana bajarên qiraxavî yên Ewropayê yên wek “Konstanta li Romanî, Walênsiya Li Îspaniya , Rawna li Îtaliya û Antorp a Biljîkê dikin.

Pêka vê raporê, terorîstên spaha pasdaran bo bidestxistina zanyariyan, dorlêdana dorpêçan û afirandina fitneyan û çalakiyên din ên neyasayî, bi vê şêwazê serdana wan bajaran dikin.

Pêka gotina karnasan, hinek parêzvanên çekdar bi armanca derbaskirina gemiyan li rêyên metirsîdar de dikarin li wan gemiyan de bin lê îzna derketin ji gemiyê nînin û nasnameya tevav a wan kesan jî dibe bo berpirsên bajarên qiraxavî, rohn û eşkere bibe lê spaha pasdaran a terorîst, çekdarên xwe bi nasnameyên sexte û li jêr navê parêzvan û herwisa melewan, bi rêya wan cure gemiyan bo bajarên Ewropayê dîşîne.

Ew kiryarên spaha pasdaran a terorîst binpêkirina yasayên navnetewî yên vegihastina deryayî anku “IMO” ye.