Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêzdar Mistefa Hicrî daxwaz kir dosyeya Dr.Qasimlû bê vekirin

12:18 - 8 Hezîran 2024

Rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberî a hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, daxwaza rêkxirava Aştî bo vekirina dosyeya terora Dr.Qasimû wajo kir.

Roja Pêncşemî 17ê Cozerdanê, kek Mistefa Hicrî, bi mebesta peywestbûn bi hewla wajokirina daxwaza rêkxirava Aştî bo vekirin û bigerxistina dosyeya terora Dr.Qasimû li 35 saliya terora wî rêberê mezine gelê Kurd de, daxwaza rêkxirawa  Aştî yê wajo kir.

Rêkxirawa Aştî li siwîsê bi mebesta vekirina dosyeya terora Dr.Qasimlû û bi terorîst nasandina spaha pasdaran li Ewrûpa, Daxwaza hevkarî li Kurdistaniyan kir.

Rêkxirava Aştî li welatê siwîsê li devedevê 35 saliya terora şehîdê nemir, Dr. Ebdulrehman Qasimû sekretêrê Giştî ê hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, ji aliyê Dîplomat-terorîstên rêjîma Komara Îslamiya Îranê ve, li rêya komkirina wajo, Îmzayan, hewla vekirina dosyeya vê terorê û bi terorîst nasandina spaha Pasdaran daye .

Divê derheqê de Rêzdar Mistefa Hîcrî liser rûpela xwe li tora civakî a X de ev hewl wajo kir, û daxwaz ji her takek bi helwêst kir ku beşdariyê li vê hewlê bikin.

Rêkxirava Aştî daxwaz ji hemû takekê bi helwêst ên Kurd kiriye ku beşdariyê li wajo kirina hewla vekirina dosyeya şehîd Dr. Qasimû û bi terorîst nasandina spha Pasdaran ji aliyê welatên Ewrûpayî û bi taybet welatê Siwîsê ve bikin.