Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê daxuyaniyek belav kir

12:32 - 8 Hezîran 2024

Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê bi belavkirina daxiyaniyekê, sepandina cezayê bidarvekirinê bi ser mamostayê Olî Mela Mihemd Xizirnijad, şermezar kir.

Mamosta Mela Mihemed Xizirnijad ê xelkê bajarê Bokanê ku li pêvajoya tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de ji aliyê hêzên hov ên ewlehiya rêjîma Îranê ve hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgeha rêjîma Îranê ve cezayê bidarvekirinê bi ser de hatiye sepandin û Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê bo şeremzarkirina vê biryara dadgeha rêjîmê, daxuyaniyek beklav kir.

Li beşeke vê daxuyaniyê de hatiye: “Em wek Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê, tevî şermezarkirina sepandina sizayê bidarvekirinê bo ser rêzdar Mamosta Mihemed Xizirnijad, daxwaz ji misilmanên Îran û cîhanê bi taybet xelkê Kurd dikim ku rêgirî ji vê sizaya nedadperwerane û dijminkarane ya komara nezanî û cinayetên axundên wehmî yên wilayeta Feqîh a Îranê bikin û daxwaz ji hemû rêkxiravên mirodost, Hizib û aliyên siyasî û azadîxwaz dikin ku bi hawara Mamosta Mihemed ve herin û dosyeya navbirî li civak û rêkxiravên mafê mirovî de vekin, çimkî bê ti tawanek û bi tenê bi sedema Kurdbûnê, rastî sizayeke wiha nadadperwerane hatiye.

Herwisa li vê derheqê de jî Mewlewî Ebdulhemîd ê pêşnimêjîê Mizgevta Mekî ya bajarê Zahidanê jî daxuyaniyek belak kir û sepandina sizayê bidarvekirinê bi ser mamosta Mihemed Xizirnijad de bi tundî şermezar kir.