Nanpêj û kedkarên nanwaxaneyan li parêzgeha Îlamê de li derheq bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyanê û kêmbûna dahat û heqdesta kedkarên nanwaxaneyan, kombûna nerizayetî lidar xistin.
Roja Şemî 19ê Cozerdanê, hejmarek ji nanpêj, kedkarên nanwaxaneyan û herwisa xwediyên nanwaxaneyan li parêzgeha Îlamê, li derheq dijwartirbûna rewşa jiyan û herwisa daketina dahata wan, li ber deriyê parêzgariya rêjîmê li bajarê Îlamê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Kêmkirina pişka ardê hewce bo nanwaxaneyan, bilindbûna nirxa ard li bazara azad, bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyanê, kêmbûna heqdest û dahata kedkaran, bilindbûna nirxa alavên nanwaxaneyan û alîkarînekirina rêjîmê bo dabînkirina ardê hewce bi nirxa kêm, pirsgirêkên bingehîn ên nanpêj, kedkarên nanwaxaneyan û herwisa xwediyên nanwaxaneyan e.
Ji aliyê din ve bi sedema daketina dahata xelkê, xwediyên nanwaxaneyan nikarin bi qasa hewce nirxa nan bilind bikin, bi awayekê hem xelkê û hem nanpêj û kedkarên nanwaxaneyan li jêr givaşeke dijwar a aborî de ne.
Rêjîma Îranê ardê bi wec û hewce bo nanwaxaneyan dabîn nake û ew beşa ardê ku li navbera nanwaxaneyan de jî tê parvekirin, ardê xirab û bêwec e.