Ev serê çend rojane ku devera Blban a Pawê di nava Agir de dişewite û dîsa çivaniya Zagrosê û jîngeha Kurdistanê dişewite û dibe rejû.
Li roja Sêşemiya derbasbûyî ve pareke berça ji devera Bilbzanê girêdayî bajarê Pawê, bi sedema nexuya agir pêkevtiye, herçiqas roja Çarşemiyê bi kar û keda xwebexşaneye xelkê deverê Agir hatibû kontirolkirin, lê êvariya roja Pêncşemiyê bi sedema rabûna Ba û germaya zêde, ji nû ve peşqelê Agir belav bû.
Heya dema amadekirna vê nûçeyî zêdebarî cehda xelkê bo kontirol û temirandina Agir, mixabin agir hêla netemiriye.
Ev 5 roje ku agir berbûye pareke zêde ji daristan û jîngeha devera Bilbizena Pawê û xelkê wê deverê bi destê betal û bê îmkan li cehda temirandina Agir de ne, lê heya niha rêjîma dijî gelî a komara Îslamî û organên pêywendîdar çi pêngavek bo temirandina Agir nehavêtine.
Hemî salê li demsala destpêka Havînê û li dema hişkbûna pûş û pelaş, li piraniya nawçên daristanê Rojhilatê Kurdistanê agir pê dikevin, li salên derbasbûyî de gelek mînak hebûne ku bo xelkê re îsbat bûye ku parekî berçav a wan Agirpêkevtinan bi zanebûn û ji aliyê more û kirêgirtiyên rêjîmê ve hatine kirin.