Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tundûtîjî li bajarê Têhranê de gelek zêde bûye

12:48 - 9 Hezîran 2024

Bajarê Têhranê zêdetirîn rêjeya kuştinê li nav hemû bajarên Îranê de heye û bi awayê nêvincî, li her heftiyekê de zêdetir ji 18 termên kesên nenaskirî li wî bajarîê de têne peydakirin.

Pêka amara rojnameya “Ê`itimad” a ser bi rêjîma Îranê, li sala 1402 a Rojî de 942 termên kesên nenaskirî yên qurbaniyên tundûtîjiyê li bajarê Têhranê de hatine peydakirin ku %10 a wan kesên biyanî ne û pêka gotina berpirsê beşa polîsê cinayî yê rêjîmê li bajarê Têhranê, ser hev termên nenaskirî %64 mêr û %46 jî jin bûne.

Pêka vê raporê, termên ku bi sedemên wek “ şewat, pelçiqîn, bûyerên trafîkî û rizîbûnê” nayêne naskirin li bajarê Tehranê de gelek zêde bûne.

Pêka gotina berpirsê polîsê cinayê yê rêjîmê li bajarê Têhranê, termê %40 a kesên nenaskirî bi sedema hejariya xelkê an dijayetiyên malbatî ji aliyê wan ve nayêne vergirtin.

Tunditîjiyên rêjîma Îranê û tepeseriya hovane û kuştina xelkê ji aliyê hêzên hov ên rêjîmê, pirsgirêkên malbatî, kuştin bi armancên narewa û herwisa tûşbûn bi madên hişber û alozbûna rewşa hundirî ya xelkê Îranê, bi sedemên hejarî  û bêkarî û bihatiyî, sedemên bingehîn ên kuştina xelkê ne.